Helebceyî ji Donald Trump daxwazin ku lêborîne bixwaze

Parêzgarê Helebce nameyek arasteyî berbijêrê Partiya Komariyan Donald Trump kir û nîgeraniya xwe û Helebciyan diyar kir, ku di çarçoveya hilmeta hilbijartina xwe de Trump amaje bi dîktatorê berê yê Iraqê Sedam Hisên kir û bêrêzî li qurbaniyên êrîşa Kîmyabarana Helebceyê kir.

https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/f7f17716-9c17-40ba-b67f-cacf831149c5/Halabja%20Trump.ism/manifest

K24 – Navenda Nûçeyan

Parêzgarê Helebce nameyek arasteyî berbijêrê Partiya Komariyan yê Amerîkayê Donald Trump kir û nîgeraniya xwe û Helebciyan diyar kir, ku di çarçoveya hilmeta hilbijartina xwe de Trump amaje bi dîktatorê berê yê Iraqê Sedam Hisên kir û bêrêzî li qurbaniyên êrîşa Kîmyabarana Helebceyê kir.

Parêzgarê Helebce Ebdula Mihemed di nameyekê de ku çapek jê gihêştiye, tê de nerazîbûna xelkê Helebce digihîne Trump. Di nameyê de hatiye jî, di meha borî de di çarçoveya gotarekê de li wîleyeta Karolîna Başûr Trump ragihandibû, ku Sedam Hisên tenê gaz bikar aniye û cîhan xeyidand.

Herwiha Parêzgarê Helebce di nameyê de ji Donald Trump daxwaz dike ku lêborînê ji xelkê Helebce û kesûkarên qurbaniyên kîmyabaranê bixwaze û careke din daxuyaniyên wisa dubare neke.

 

Fly Erbil Advertisment