Parlementoya Iraqê parêzbendiya serokê xwe radike

Parlementoya Iraqê parêzbendiya serokê xwe û du palementerên din radike.

K24 – Navenda Nûçeyan

Parlementoya Iraqê parêzbendiya serokê xwe û du palementerên din radike.

Piştî ku Wezîrê Bergîriyê yê Iraqê Xalid Ubêdî her yek Serokê Parlementoyê Selîm Ciborî bi gendaliyê tuhmetbar kir, Ciborî bi xwe daxwaza rakirina parêzbendiya xwe xwast, da ku lêkolîn bi awayekî baş were kirin.

Herwiha Parlementoya Iraqê di civîna îro de parêzbendiya Ciborî û û her du parlementeran Mihemed Kerbolî û Talib Mimarî rakirin.

Piştî rakirina parêzbendiyê, Ciborî ji Parlementoyê derket, da ku lêkolîn û lêpirsîn derbarê tuhmetên Wezîrê Bergîriyê de bên kirin.

 

Fly Erbil Advertisment