Li Ser rêya Sêrtê li dayîkên aştiyê êşkence hat kirin
Dayîkên Aştiyê da zanîn ku, ew têkoşîn ji bo pêkhatina aştiyê didin.
K24-Navenda Nûçeyan
Meclîsa Dayîkên Aştiyê, di 9ê Tebaxê de, li avahiya Komeleya Mafên Mirovan ya Diyarbekirê, daxuyandin, piştî ku wan liSêrtê serdana dayîkên aştiyê kirine û vegeriyane, li xala polêsan ya li ser rêya ku ji Sêrtê ber bi Diyarbekirê ve tê, biawayekîtundhatinerawestandin û li wan êşkence hatiye kirin.
Hava Kiran dazanînku, lixalapolêsan ya li derveyî bajarê Sêrtê, li seyara ku ew tê de bûne, çek hatiye kişandin û piştî ku rawestiyane jî ji aliye polêsan ve hatine tazî kirin û bi gotinkirinan li wan heqaret hatine kirin.
DayikaAştiyê Hava Kiran wiha got:
"Bi desten me girtin me bi erde ve kaş kirin, mingot, tu canêmindiêşînî. Jimin re gotin, 'tu dikarîhetavirwerînawestîdema em te dibin diwestî, çikarê te liv ir heye!'"
Nezahat Teke jî ji Kurdistan24 rêragihand ku, polês dizanibûne ku di wê seyareyê de ew hene û bi zanabûn wan dane rawestandin û li wan êşkence kirine. Teke da zanîn ku ji bilî şofêr ew hemû jinbûne û temenê wan jî di ser 50 salî de ye, lê polêsan him li wan him jî li şofêr êşkence û kirinên rûreşiyê kirine.
"Ji bo mirinên din çênebin û hinek dayîkên din negrîn, em dibêjin bila demek zû müzakere destpêbikin. Em bibêjin pir dûrjîna 3 sal berê em çewa ketibûn rihetîyekî, ev tirs û lerz ji canê me derketibûn. Em wek dayîkên aştiyê dema dibêjin bila aştî çêbibe ne tenê ji bo dayîkên Kurdan vî tiştî dixwazin."
Rêvebirên ÎHDê jî dan zanîn ku, li Bakûrê Kurdistanê bi awayekî sistematik pergala êşkence û kirinên xirabtên kirin, lê reydarên dewletê jî piştgiriya wan kiryaran dikin.
Sekraterê İHDê yê Diyarbekirê û nûnerê Heremênyê İHDê Abdiselam İnceoren jî, ji Kurdistan24 re da zanîn ku, wan serîlêdanên dayikan wergirtiye û dê birêyên hûqûqîbo ceza kirina wan kiryaran dovebikin.
"LiTirkiyê jî ev tiştan qedexene, em van kirinan qebûlnakin û şermezar dikin û li hemberî wan tiştan jîemê bi sekinin."
Dayîkên Aştiyê da zanîn ku, ew têkoşîn ji bo pêkhatina aştiyê didin û bi vê mebestê jî bi Serokwezîr û Serkomarê Tirkiyê re jî bi vî postî hevdîtin kirine û dan zanîn ku ew wan kirinan qebûl nakin û divê kiryarbên ceza kirin.