Hewlêr: Li dijî bidavekirinên li Îranê nerazîbûn

Hejmarek ji xortên ji her çar perçeyên Kurdistanê, li Hewlêra Paytext kom bûn û nerazîbûnên xwe li ser kiryarên ku komara Îslamî ya Îranê bi serê Kurdên Rojhlatê Kurdistanê ve tîne nîşan dan. Xort dibêjin pêwist e rêxistin û dezgehên navdewletî bi leztirîn dem bi hawara Kurdên Rojhilat ve biçin.

K24 – Hewlêr

Ji heyama mehekê ve nêzîkî 30 welatiyên Rojhilatê Kurdistanê ji aliyê Îranê ve hatin bi der ve kirin, 21 kes jî bi carekê di zindana Recaîşar li Kerec ya nêzî peytexta Îranê hatin bidarvekrin û heya niha jî ew rêjîm di berdewamiya van kiryaran da ye.

Fly Erbil Advertisment