Ji Roboskiyê çêroka bavekî kûr

Li gundê Roboskî yê ser bi navçeya Qilaban a Şirnexê ve di 28ê Kanuna 2011an de di encama bomberankirina balafirên şer yên Tirkiyê de 34 kesan canê xwe ji dest dabûn. Yek ji wan qurbaniyan jî Bilal Encu yê 15 salî bû. Jiyana bavê Bilal ji wê rojê ve serobino bûye. Ji giriya hêstirên çavên wî ziwa bûne. Tîma K24ê çû Roboskiyê û devê birînê careke din vekir.

https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/0acd6dbf-ed0b-40f4-b6d8-eadc5c1f4ee9/JiRoboskiyeCirokaBavekeKor.ism/manifest

K24 – Diyarbekir

Li gundê Roboskî yê ser bi navçeya Qilaban a Şirnexê ve, di 28 Kanûna 2011an de di encama bombebarankirina firokeyên şer yên Tirkiyê de 34 kesan çanî xwe ji dest dabûn. Yek ji wan qurbaniyan jî Bîlal Encu yê 15 salî bû, jiyana bavê Bîlal ji wê rojê ve serûbino bûye. Ji giriya hêstirên çavên ziwa bûne. tîma K24ê çû Robosskiyê û devê birînê careke din vekir.

Abdurehman Encu ji herdu çavan kûr e. Bavê Bîlal Encu ye. Roja ku Bîlal hate kuştin, Abdurehman Encu careke din ronahiya çavên xwe winda kir. Bîlal li gel bavê xwe di nava bexçeyê sêvan de tenê 15 salan jiya. Di hembêza Abdurehman Encu de ne Bîlal, şîn û xema mirina Bîlal mezin bû. SAbdurehman Enci dibêje nave kurekî Serokomarê Recep Teyip Erdogan jî Bîlal e û kesera dilê xwe vedibêje.

5 sal li ser bûyerê re derbas bû lê hê jî berpirsên bûyerê nehatine diyarkirin û darizandin. Lê piştî hewla derbeya leşkerî, ji aliyê hin rayedarên Hikûmeta Tirkiyê ve hate gotin ku dê doza Roboskiyê ji nû ve were vekirin. Rayedarên AK Partiyê dibêjin, dibe ku ew êriş ji aliyê endamên Cemaeta Fethullah Gulen ve hatibe kirin. Malbatên Roboskiyê jî amaje bi wê yekê dikin ku ya ji bo wan girîng ew e ku berpirsiyarên kuştina zarokên wan werin darizandin.