Mensûr Barzanî hûrgiliyên operasyonê aşkere kir
K24-Navenda Nûçeyan
Fermandarê Leşkerê Golan Mensûr Barzanî hûrgiliyên Operasyona Hêzên Pêşmerge li her du mihwerê Xazir û Giwêr aşkere kir, herwiha destkeftiyên Hêzên Pêşmerge li operasyonê de di heyama her du rojên borî de ragehand û da zanîn ku heta niha 130 çekdarên DAIŞê hatine kuştin.Ji aliyeke din ve Barzanî behsa pilanên Hêzên Pêşmerge di paşerojê de kir.