Li Bakur cerdevanek hate kuştin û 6 leşker birîndar bûn

Li Bakurê Kurdistanê di şerê navbera endamên PKK û hêzên ewlekariya Tirkiyê de cerdevanek hat kuştin, 2 cerdevan, 3 polîs û 3 leşker birîndar bûn.

K24 – Navneda Nûçeyan

Li Bakurê Kurdistanê di şerê navbera endamên PKK û hêzên ewlekariya Tirkiyê de cerdevanek hat kuştin, 2 cerdevan, 3 polîs û 3 leşker birîndar bûn.

Endamên PKK'ê li ser rêya Xîzana Bidlîsê êriş li otombêleke polîsan kirin. Li gor agahiyên destpêkê di şer û pevçûnê de 3 polîs giran birindar bûn.

Li aliyê din, li navçeya Elbak ya Wanê di şerê navbera cerdevan û PKK'iyan de cerdevanek hat kuştin û 2 cerdevan jî birîndar bûn.

Sererkaniya Tirkiyê ragehandin, endamên PKK'ê bi çekên giran û hawanan êriş li baregeha leşkerî ya Tepêşîn ya Çelê kiriye û di encamê de 3 leşker birîndar bûn.

Artêşa Tirk, ji ber şer û pevçûnan rêya navbera navçeya Çalderan Wanê û Bazîda Agirî bi xendekê qut kir û çûn hatinê re girtin.

 

 

Fly Erbil Advertisment