Hejmara herî zêde ji Kurdên bakur li dijî kudetayê bûn
Ji sedî 12e Kurdên Bakur li dijî kudetayê bûn.
K24-Navenda Nûçeyan
Li gorî lêkolînekê ku li Tirkiyê hatiye kirin, piştî hewla kûtedayê ya 15'ê Tîrmehê rêjeya Kurdên ku tev li xwepêşandanên li dijî kûtedayê bûne ji%12'e. Li gorî vê lêkolînê ji %20'ê nifûsa Tirkiyê ji Kurdan pêk tê û ev jî nîşan dide ku herî zêde Kurd li dijî derbeyê daketine kolanan.
Hewla kûtedayê ya şeva 15'ê Tîrmehê li Tirkiyê rû dabû, bi berxwedana hemwelatiyan neçû serî. Kurd, Tirk, Ereb û Çerkez bi milyonan kes li kolanan bi nobedên demokrasiyê bi şev çalakî li dar xist.
Kompanyaya Kondayê ku li Tirkiyê li ser rapirsiyê wek kompanyayekê girîng tê zanîn di lêkolîna xwe de da zanîn ku ji%12'ê çalakvanên ku beşdarî nobedên demokrasiyê bûne Kurd in. Ev rêje li gor nifûsa Kurdên li Tirkiyê ku wek ji %20 tê hesibandin gelek zêde tê dîtin û tê gotin herî zêde Kurd tev li xwepêşandanan bûye.
"Yek mexdûrê derbeya 12'ê Îlonê ez im. Bila tu carî derbe çênebe, tu kes heqê tu kesî nexwe, biratî û wekhevî çêbibe."
"Em hemû jî piştevaniya xwepêşandinên li dijî derbeyê dikin. Lê ne tenê derbeya leşkerî em li dijî derbeya sivîl in jî. Îro qetlîma ku li Kurdistanê tê kirin jî divê bê dîtin."
" Li pişt derbeyê Fethullah Gulen heye. Ez dixwazim Amerîka, Gulen radestî Tirkiyê bike û ew bê darvekirin.
Sedema zêdetirîn beşdarbûna Kurdan bo çalakiyan dema derbeyên berê niha zilma li ser Kurdan hatine kirin tê nîşandan."
" Gelê Kurd di rabirdûyê de gelek êş û zehmetî kişand. Loma dema derbeyê tiştên ku were serê wan baş dizanin. Ji ber vê yekê Kurd daketin qadan û ji bo rê li ber girtina derbeyê çi ji destê wan hate kirin."
" Gelê Tirk û gelê Kurd milê xwe dan hev û bi hev re li dijî derbeyê ber xwe dan. Êdî mimkûn nîn e ku derbeyeke wiha li Tirkiyê çêbibe."
Xwediyê kompanyaya ku ev lêkolîn kiriye Tarhan Erdem balê dikêşîne ser girîngiya yekîtiya pêkhateyên cuda. Li gorî Erdem, piştî kûtedayê zêdebûna êrîşên PKK û venexwandina HDP bo mitîngên li dijî derbeyê xeletiyeke mezin e.
Serokê Kompanyaya Rapirsiyê yê KONDA'yê Tarhan Erdem wiha got:"Vaye me hemû dît. Kurd, Tirk û xelkên din bi hev re xwe avêtin ber tanqan. Hemû pêkhateyên civatê bi hev re rê li ber hewla kûtedayê girtin. Yekitiyeke civakî heye lê yekitiyeke siyasî nîn e."
Li gorî pisporan, ligel yekitiya civakî eger rê û rêbazên siyasî yên rasteqîn hebin pirsgirêka Kurd jî dê bi hêsanî were çareserkirin.