Xelkê gundên rizgarbûyî xwe radestî hêza Pêşmerge dikin

Piştî rêzgarkirina 11 gundan li eniya Xazir ji aliyê hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê ve, hejmarek ji şêniyên wan gundan xwe radestî hêzên Pêşmerge û asayişê kirin. Fermndarekî asayişê jî dibêje çend kes di nav awareyan de ku bi gûman bûn, hatin girtin. Aware jî ji bo kempa Dîbege hatin veguhistin.

https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/f90a4e8b-0dcc-4db0-be55-e9471a1448d2/AwarekaniXazr.ism/manifest

K24 – Eniya Xazir

Piştî rêzgarkirina 11 gundan li eniya Xazir ji aliyê hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê ve, hejmarek ji şêniyên wan gundan xwe radestî hêzên Pêşmerge û asayişê kirin. Fermndarekî asayişê jî dibêje çend kes di nav awareyan de ku bi gûman bûn, hatin girtin. Aware jî ji bo kempa Dîbege hatin veguhistin.

Operasyona Hêzên Pêşmerge li her du eniyên Xazir û Giwêr roja 14 û 15 Tebaxê serkeftî bi dawî bû, ku 11 gund û navçe ku bi firehiya 150 K.m çargoşe ji destê çekdarên DAIŞê hate rizgarkirin û di encam de bêhtir ji 130 çekdarên DAIŞê jî hatin kuştin.