Li Dihokê pirtûk bi hezar dînarî tê firotin

Pirtûkên cobicor in.

K24-Navenda Nûçeyan

Bi armanca xwendina pirtûkan û kirîza darayî pertûxaneya Bedirxan nirxê her pitûkekê bi yek hezar dînarî difroşe.

Derbarê vê destpêşxeriyê xudanê pertûxaneya Bedirxan ji K24ê re wiha got: "Nebûna xwendevanan, kirîza darayî û rêjeya kêm ya xwendina pirtûkane,  hemû corê pirtûkan tê de hene hejmara pirtûkan jî 8 hezar pirtûk in."

Herwiha da zanîn ku, ev destpêşxerî alîkariya xwendevana dike weke jêder bo lêkolîn û nivîsînên wan, da zanîn ku rêjeya xwendevana nîne.

Ji aliyê xwe ve nivîskar û rojnamevan Ismaîl Tahir aşkere kir ku, buhayê pirtûkan li gor kirîza aborî başe, maje bi destpêşxeriyê kir û diyar kir ku ev derfeteke divê xelik sûdê jê werbigrin.

Herwiha Tahir aşkere kir ku, bi giştî rêjeya xwendinê li hemû welatan kême lê li Kurdistanê zêde kême.

Fly Erbil Advertisment