Rêveberiya Minbicê radestî Encûmena Sivîlan bû
Menbicê dê bibe herêmeke serbixew di hindirê fedralîzma Bakurê Sûriyê de.
K24-Navenda Nûçeyan
Encûmena lişkerî ya Menbicê rêveberiya bajêr radestî encûmena sivîlan dike , ev yeke jî piştî raghandina rezgarkirna Minbicê dı kongıreke çapamenî de bi amadebûna rêveberiya herdû encûmenên navbûrî hat.
Ji aliyê xew ve endamên Rêvebiriya Encûmena sivîlan tekiz dıkin ku, dê bajarê Menbicê dê bibe herêmeke serbixew di hindirê fedralîzma Bakurê Sûriyê de, herwiha wê hemû pêkhatên bajêr beşdariyê bi awayekî hevbeş di rêvebirina deverê de bikin.
Encûmena leşkerî ya menbicê dı 13 vê mehê de bajar bi temamî rizgar kir, ew rizgarkirin bi beşdariya HSDê û piştevaniya balefirên hevpeymaniya navdewletî bûn.
Piştî 75 rojan ji şer û pevçûnên giran, akinciyên bajêr hîvî dikin ku di zûtirîn dem de bajar were birêvebirin ta ku jiyan be şêweyekî asayî li deverê vegere .