Li Elezîzê teqîneke mezin rûda
Li bajarê Elezîzê li Bakurê Kurdistanê teqînek rûda

K24 – Navenda Nûçeyan
Li bajarê Elezîzê li Bakurê Kurdistanê teqînek rûda.
Peyamêrê K24ê li Bakurê Kurdistanê ragihand ku, li li dijî Rêveberiya Polîsan ya Elezîzê de otombêleke bombebarkirî hat teqandin û Hejmareke mezin ji birîndaran hene.
Li gor zanyariyên destpêkê 3 kesan canê xwe ji dest dane û zêdetir 146 kesî jî birîndar bûne. Piştî teqînê herwiha dengê çekan jî hatiye bihîstin.
Peymanêrê K24ê da zanîn ku, parlementerê berê yê AKPê Şuay Alpay di wê teqînê de birîndar bûye.
peyamnêrê K24ê amaje bi wê yekê kir, hejmareke mezin ji ambulans û tîmên ewlehiyê gihêştin cihê teqînê.