Firokeyên rêjîmê Hesekê bombebaran dike

li bajarê Hesekê ji duh ve şer û pevçûn di navbera Asayîşa Rojava û Hêzên Berevaniya Niştîmanî yên bi ser rêjîmê ve derketin, îro jî firokeyên şer yên rêjîma Sûriyê Hesekê bombebaran dike.

K24 – Heseke

li bajarê Hesekê ji duh ve şer û pevçûn di navbera Asayîşa Rojava û Hêzên Berevaniya Niştîmanî yên bi ser rêjîmê ve derketin, îro jî firokeyên şer yên rêjîma Sûriyê Hesekê bombebaran dike.

Peyamnêrê K24ê ji bajarê Hesekê ragihand ku, şer û pevçûn di navbera Asayişa Rojava û hêzên Berevaniya Niştimanî li Hesekê berdewam e, firokeyên şer yên rêjîma Sûriyê îro dest bi bombebarankirina Hesekê kiriye.

Peymanêrê K24ê diyar kir ku, firokeyên rêjîmê navendên Rêveberiya Xweser li taxa Til Hecer bombebaran kirin, 2 caran jî taxa Salihiyê jî bombebaran kiriye.

Di encama şerê îro ya Hesekê de, heta niha 4 kesan canê xwe ji dest dane û bêhtir ji 20 kesên din jî birîndar bûne.

Peyamnêrê me amaje bi wê yekê kir ku, îro ji sibê ve hejmareke mezin ji xelkê sivîl yên Hesekê ji bajêr koçber dikin û berve bajarê Qamişlo û Amûdê ve diçin.

Herwiha peyamnêrê K24ê li Hesekê aşkere kir jî, ku asayiş û YPGê çekên giran bikar tîne û nêzîkî 200 şervan jî ji Minbicê gihêştine Hesekê bo beşdarî şerê Hesekê bikin.

Hêza Berevaniya Niştimanî duh, Bi topên Hawinê taxa Til Hecer li nêzîkî mizgefta Mosab Umêr, taxa Eskerî li nêzîkî nexweşxaneya Hikmê û li bazara nava bajêr topbaran kir.

Li gor zanyariyên peyamnêrê K24ê di encama wî şerê duh de 5 endamên Hêzên Berevaniya Niştîmanî hatin kuştin û 4 Endamên Asayîşê ligel 22 welatiyên sivîl birîndarbûn.

 

Fly Erbil Advertisment