Amerîka firokeyên şer rêkirin Hesekê

Bi armanca parastina Hêzên Kurdî.

K24-Navenda Nûçeyan

Wezareta Bergiriyê ya Amerîkayê ragehand ku, firokeyên şer ên wî welatî bi armanca parastina hêzên Kurdî li ser bajarê Hesekê difirin.

Derbarê vê yekê Wezareta Bergiriyê ya Amerîkayê daxuyaniyek belav kir tê de ragehand ku wan firokeyên şer şandine bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê, da zanîn ku ew firoke bi armanca parastina Hêzên Kurdî li ser asmanê bajêr difirin.

Ev yeke di demekê de tê ku bajarê Hesekê ev du rojin rastî êrîşên firokeyên rejîma Sûriyê tên.

Fly Erbil Advertisment