Artêşa Tirkiyê 5 gerîlayên PKKê li Rojava dikuje

Artêşa Tirkiyê sînorê Rojava li Çilaxa derbas dike û 5 gerîlayên PKKê dikuje.

K24 – Qamişlo

Artêşa Tirkiyê sînorê Rojava li Çilaxa derbas dike û 5 gerîlayên PKKê dikuje.

Peyamnêrê K24ê li Qamişlo ragihand, artêşa Tirkiyê li gundê Batrizanê ya li bakurî Çilaxa ya Rojavayê Kurdistanê sînor derbas dike û 5 gerîlayên PKKê dikuje.

Peymanêrê K24ê amaje kir, artêşa Tirkiyê nehêşt asayişa Dêr Xusin ji termên gerîlayên PKKê bibe. Herwiha artêşa Tirkiyê di mekrefûnan de hişyarî da gundiyan, ku kî nêzîkî termên wan bibe, dê bi nîşanvanan were armanckirin.

Hat zanîn, ku ew 5 gerîlayên PKKê 4 xort û keçekê ne.

  

 

Fly Erbil Advertisment