Prof.Dr. Abbas Walî:Nêzîkbûna Tirkiyê, Iran û Rûsyayê ne stratejîke

ku Îran û Tirkiye ji bo rê li ber girtina serkeftinên Kurdên li Sûriyê û Iraqê nêzîkî hev dibin.

K24-Navenda Nûçeyan

Akademîsyen Prof.Dr. Abbas Walî, hevdîtina Tirkiye digel Rûsya û Îran bo Kurdistan24 nirxand. Walî amaje kir ku Tirkiye û Rûsya li ser meseleya Sûriyê ji sedî sed natiwanin di hevdîtina her sê welatan de rola Îranê li Sûriyê dê zêdetir bibe. Li gor Walî ev hevdîtineke stratejîk nîn e û dijî berjewendiyên Amerîka û dijî rêkeftinên Kurdan e.

Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan, piştî hevdîtina xwe ya digel Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn, ji bo hevdîtina bi serkirdeyên Îranê re dê biçe Tahranê. Di hevditîna her sê welatan de mijara sereke bêgûman meseleya Sûriye ye.

Polîtîkaya Tirkiye û Rûsya li ser Sûriyê ji hev cuda bû lê piştî hevdîtina Erdogan û Putîn qala guhertina polîtîkaya Tirkiyê ya li ser Sûriyê tê kirin. Yek damezrînerê zankoya Kurdistanê akademîsyenê navdar Prof. Dr Abbas Walî li Stenbolê der barê mijarê de ji Kurdistan24 re axivî. Walî amaje dike Tirkiye ji ber siyaseta xwe ya çewt niha mecbur maye ku ji bo çareseriyê polîtîkaya xwe ya Sûriyê dê biguhere.

Li gor Walî di encama lihevkirina her sê welatan de dê rola Îranê li Sûriyê zêdetir bibe û ev yek jî dê bibe sedema zêdebûna kêşeyên li Iraqê. Walî dibêje, Amerîka tu carî berjewendiyên xwe yên li Iraqê, qûrbanî berjewendiyên xwe yên li Sûriyê nake.

Walî amaje dike ku Îran û Tirkiye ji bo rê li ber girtina serkeftinên Kurdên li Sûriyê û Iraqê nêzîkî hev dibin.

Piştî kûtedayê têkiliyên Tirkiye digel Amerîka û Ewropa lawaztir bû. Tirkiye ji ber rûdanên li Rojhilata Navîn di polîtîkaya xwe ya derva de zêdetir girîngiyê dide Rûsya û Îran. Hevdîtina Rûsya, Tirkiye û Îran li Rojhilata Navîn wek guhertina hevsengiyê tê nirxandin.