Karvedanên şerê li bajarê Hesekê
Di heman demê de,Serkirdeyên Tev-Dem dibînin ku, Serkeftinên hêza HSD li Minbicê, metirsiyek li cem rêjîma Sûriyê çêkir .
K24-Qamişlo
Şerê Hesekê di navbera rêjîma Sûriyê li gel alîgirên wê û hêzên Asayîş û YPG derbasî roja xwe ya şeşan dibe,
Hin aliyên siyasî dibînin ku şerê hesekê şanoyeke û bihaneyên wan jî ewin ku hêzên rêjîmê û yên PYD li gel hev şerê opozosyona Sûriyê li hin deverên Sûriyê dikin û pîlanên mezin di tariyê de li ser doza kurdî têne ristin û lîstikvanên sereke di van pîlanan de Îran û Rûsiyayê ne.
Berûvajî vê yekê hin aliyên Siyasî dibînin ku şerê Hesekê fitneyeke mezine û pêwiste tevgera kurdî hişyar be ji pîlanên ku têne kirin.Berpirsên Partiya Demokratîka Pêşverû a Kurdî li Sûriyê dibêjin ku, hin hewldanên wan hene derbarê rawestandina wî şerî û tekez dikin ku ti helwestên geşbîn ji aliyên siyasî ve nehatine ragihandin, çi ji alî rêjîmê ve û çi ji alî opozosyonê ve jî.
Li gorî hin çavdêran, çarenivîsa deverê ber bi nexweşiyê ve diçe,nemaze piştî ne serkeftina hewldanên agirbestê di navbera aliyên şer de.
Hin siyasetmedar dibêjin ku, rêjîma Sûriyê van kiryaran dike daku desteya hevrêziya Niştimanî ya ku PYDê beşeke serekeye tê de, bide xuyanîkirin ku ew opozosyona navendî û di paşerojê de egere dan û standinan pêre bike.
Di heman demê de,Serkirdeyên Tev-Dem dibînin ku, Serkeftinên hêza HSD li Minbicê, metirsiyek li cem rêjîma Sûriyê çêkir ku pirojeya Rêveberiya Xweser here serî,loma ev şerê li Hesekê hate derxistin.