YNK û Tevgera Goranê postîn îdarî bi hev diguhêrin
Serokatiya Hevbeş ya YNK û Tevgera Goranê li Silêmaniyê ciiviya û li ser wê yekê rêkeftin, ku di hefteya bê de postên îdarî li parêzgehên Silêmaniyê û Helebce bi hev biguhêrin.

K24 – Navenda Nûçeyan
Serokatiya Hevbeş ya YNK û Tevgera Goranê li Silêmaniyê ciiviya û li ser wê yekê rêkeftin, ku di hefteya bê de postên îdarî li parêzgehên Silêmaniyê û Helebce bi hev biguhêrin.
Peyamnêrê K24ê li Silêmaniyê ragihand, Serokatiya Hevbeş ya Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) û Tevgera Goranê di daxuyaniyekê de aşkere kirin, ku di civîna xwe de biryar dan, roja pêncşema bê guhartina postên îdarî li li parêzgehên Silêmaniyê û Helebce bi hev biguhêrin.
Peyamnêr K24ê da zanîn ku, berî civîna Serokatiya Hevbeş, Newşêrwan Mistefa û Hêro Ehmed bi awayekî cuda civiya bûn.
Derbarê naveroka civînê, jêderekî pilebilind ji Tevgera Goranê ku nexwast navê wî aşkere bibe ji K24ê re ragihand ku, Tevgera Goranê derbarê cibicîkirina rêkeftinê ji YNKê nîgeran e, di civînê de jî Tevgera Goranê bi cidî bi YNKê re axivî.
Li gor wî jêderî ku Rêkxerê Giştî yê Tevgera Goranê Newşêrwan Mistefa ji berpirsên YNKê re gotiye, heger nikarin rêkeftinê cibicî bikin, bila vekişin û rêkeftin bê hilweşandin.