Feleknas:Tirkiyê cudahiyê dike navbera penaberên Êzdî û yên Sûriyê de
Di 3ê Hezîrana 2014ê de çekdarên DAIŞê bajarê Şingalê dagîr kir, di encam de bi hezaran Kurd penaberbûn, hin jiwan derbasî Rojava û Bakurê Kurdistanê bûn.
K24-Navenda Nûçeyan
Parlementera Partiya Demokratîk a Gelan(HDP)ê Feleknas Uca derbarê rewşa êzîdiyên Şengalê yên penaberî Tirkiyê bûne civînek çapemeniyê pêk anî.
Uca diyar kir ku, li Tirkiyê penaberên êzîdî di şert û mercên xirab de dijîn û rexne li dewleta Tirkiyê girt.
Uca got dewleta Tirkiyê navbera penaberên Sûriyê û Êzdiyan de cûdakarî dike.
Di 3ê Hezîrana 2014ê de çekdarên DAIŞê bajarê Şingalê dagîr kir, di encam de bi hezaran Kurd penaberbûn.