Li derya Spî zêdeyî 6 hezar penaber hatin rizgarkirin
Li gor amarên dawî yên UNHCR di destpêka sala 2016ê de heta naha 284 hezar penaber bi rêyên cuda re giheştine Ewropayê.
.jpg)
K24-Navenda Nûçeyan
Hêzên deryayî yên Îtalyayê ragehand, wan nêzîk 6 hezar û 500 penaber li avên nêzîk Lîbyayê rizgarkirine, dan zanîn ku, di operasyona rizgarkirina wan penaberan,40 polîsan beşdarkirine.
Li gor zanyariyên BBC ragehandî nêzîk 6 hezar û 500 penaber di çend qayîkan de bûn dixwestin ber bi Ewropayê ve biçin, berî di bin ava derya Spî bibin, Hêzên deryayî yên Îtalyayê ew rizgarkirin.
Li gor UNHCR didestpêka îsal de 106 hezar penaber geheştine Îtalyayê, heman demê de 2 hezar û 726 kes jî di wê rêyê de jiyana xwe ji dest dane.Da zanîn ku, naha 275 hezar kesên din, li Lîbyayê dixwazin biçin Îtalyayê.
Li gor amarên dawî yên UNHCR di destpêka sala 2016ê de heta naha 284 hezar penaber bi rêyên cuda yên Afrîqayê, Asyayê û rojhilata navîn ber bi Ewropayê çûne.