Diyarbekir: Partiyên Kurdistanî Konferansa Aştiyê lidar dixin

Di Roja Aştiyê ya Cîhanê de, Partiyên Kurdistanî li Diyarbekirê Konferansa Aştiyê li dar dixin.

K24 – Diyarbekir

Di Roja Aştiyê ya Cîhanê de, Partiyên Kurdistanî li Diyarbekirê Konferansa Aştiyê li dar dixin.

Li Diyarbekirê 4 Partiyên Kurdistanî û rêxistineke sivîl a civakî, bi mebesta 1'ê Îlonê, Roja Aştiyê ya Cîhanê, Konferansa Aştiyê li dar dixin.

Konferans, bi navê “Roja Aştiyê ya Cihanê û Meseleya Kurdistanê” tê amadekirin.

Hat diyarkirin ku di konferansê de dê polîtîkaya Tirkiyê ya li Hember Rojava, pirsa Serxwebûna Kurdistanê û pevçûnên li herêmê werin nirxandin. Ji konferansê bendewariya bangewaziya agirbestê ya li PKK û Dewleta Tirk jî heye.

Konferans, ji aliyê Partiya Azad a Kurdistanê (PAK), Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK), Partiya Demokratîk a Kurdistanê-Bakur (PDK-Bakur), Partiya Kurdistanî (PAKURD) û Tevgera Azadiyê ve demjimêr di 14:00'an de li Lîlûz Otelê dest pê dike.

 

Fly Erbil Advertisment