Erdogan û Obama li Çînê hevdu dîtin
Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan û Serokê Amerîkayê Barak Obama di çarçoveya hevdîtina Grûpa 20 (G20) de li Çînê hevdîtinekê pêk anîn.

K24 – Navenda Nûçeyan
Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan û Serokê Amerîkayê Barak Obama di çarçoveya hevdîtina Grûpa 20 (G20) de li Çînê hevdîtinekê pêk anîn.
Serokomar Erdogan piştî hevdîtîna Serokwezîra Almanyayê Angela Merkel re, bi Serokê Amerîkayê Barak Obama re hevdîtin kir. Obama beriya hevdîtina bi Erdogan re ji bo Tirkiyê daxuyanî da.
Di hevdîtina Erdogan û Obama de, operasyona Mertalê Firadê, PKK û pêşveçûnên dawî yên Sûriyê û dosya Gulen mijarên hevdîtinê bûn. Piştî hevdîtinê herdu serokan daxuyaniyeke çapemenî li dar xistin. Erdogan got: "Me dosyeya Fethullah Gulen şand, em ê dosyeya piştî 15ê Tîrmehê jî bişînin. Piştî hewldana derbeya leşkerî ev êrişên terorî li pey hev gelekî watedar e. Tekoşîna me bi PKK û DAIŞê re didome. Daxwaza me ev e ku li başûrê me korîdorek neye avakirin.”
Obama jî di axaftina xwe de got: "Bi ditîna te gelekî kêfxweş bûm. Ev hevalbendiya we ya di dema serokatiya min de dixwazim her berdewam be."