Çêrokên qurbaniyên êrîşên Tirkiyê li Cerablusê

Di encama erîşa Tirkiyê li ser pêgehên HSDê li başûrê Cerablusê gelek sivîl bûn qurbanî, ku piraniya wan jin û zarok bûn. Peyamnêrê K24ê serdana hin ji wan deveran kir û çîrokên wan bûyeran belge kir.

https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/84fb1cfb-9b15-4586-8c1f-c2660612ed72/Minbic%20Qurbani.ism/manifest

K24 – Cerablus

Di encama erîşa Tirkiyê li ser pêgehên HSDê li başûrê Cerablusê gelek sivîl bûn qurbanî, ku piraniya wan jin û zarok bûn. Peyamnêrê K24ê serdana hin ji wan deveran kir û çîrokên wan bûyeran belge kir.

Mehmedê Tirkmanî yek ji welatîyên gundê Dindiniyê yê ku li bakurê Minbicê dikave, 2 zarokên wî bi tankên artêşa Tirkiyê hatin kuştin, ev jî dema ku leşkerên Tirkiyê dixwestin bi giranî êrîşî hêzên HSDê bikin û derbasî nava bajarê Minbicê bibin. Mihemed weke bînerekî jî ji me re diyar dike ku çawa zarokên wî û cîranan wî bûn qurbaniyên êrîşê.