Berpirsekî KCKê: Rawestandina şer ne di rojeva me de ye

Berdevkê Komîta Dîplomasî ya Koma Civakên Kurdistanê (KCK) dibêje, rawestandina şer di rojeva wan de tune ye.

K24 – Navenda Nûçeyan

Berdevkê Komîta Dîplomasî ya Koma Civakên Kurdistanê (KCK) dibêje, rawestandina şer di rojeva wan de tune ye.

Berdevkê Komîta Dîplomasî ya KCKê Serhed Varto ji “Dengê Amerîka” re axivî û got: “Nêzîkî salekê ye şerekî dijwar û berferh li piraniya navçeyên Bakurê Kurdistanê di navbera gerîla û artêş û polîsa Tirkiyê de berdewam e. Şer gihêştiye sînorên Tirkiyê li derya Reş û Spî û şerê gerîla her berdewam e.”

Varto got: “Di encama şer û pevçûnên 10 mehên borî de nêzîkî 750 gerîla û Yekîneyên Parastina Gel (YPS) canê xwe ji dest dane, li hember vê jî zêdetirî 4 hezar leşker û polîsên Tirkiyê hatine kuştin.”

Herwiha Varto got: “Rawestandina şer di rojeva me de tune ye, lê belê ferehkirina şer di rojeva me de ye û çalakiyên me yên zêde ji ber wê ye, ku metirsiyeke mezin li ser rewşa Abdulah Ocalan heye.”   

 

 

Fly Erbil Advertisment