Tirkiyê gundekî Efrînê topbaran kir û 5 kes hatin kuştin
Topxaneya artêşa Tirkiyê gundê Sorkê ya sînorî li herêma Efrînê topbaran kir û di encame de 5 kesan canê xwe ji dest dan û 8 jî birîndar bûn.
K24 – Navenda Nûçeyan
Topxaneya artêşa Tirkiyê gundê Sorkê ya sînorî li herêma Efrînê topbaran kir û di encame de 5 kesan canê xwe ji dest dan û 8 jî birîndar bûn.
Rojnamevan Mihemed Bilo ji Efrînê de ji K24ê re ragihand ku, artêşa Tirkiyê îro ji demjimêr 18:00 navendên hêza Erkê Xweparastinê ya ser bi Rêveberiya Xweser li gundê Sorkê ya Efrînê bi topên Hawinê û çekên giran topbaran kir.
Bilo diyar kir jî, di encama wê topbaranê de 5 kesan canê xwe ji dest dan, ku di nava wan de endamên hêza Erkê Xweparastinê jî hebûn, herwiha 8 kesên din jî birîndar bûn.
Bilo amaje kir, birîndar bo nexweşxaneya Avrîn ya Efrînê hatin veguhastin.
Tê zanîn ku, topxaneya artêşa Tirkiyê roja 31 meha Tebaxê gundê Çeqela ya Efrînê jî topbaran kir, lê ti ziyanên canî nebûn.