Xelkê Efrînê êrîşên Tirkiyê şermezar dikin
Xelkê Efrînê bervên xwe dan gundê Sorkê û sînorê di navbera Efrîn û Bakurê Kurdistanê, ji bo şermezarkirina êrîşên artêşa Tirkiyê ên li ser Efrînê.

K24 – Navenda Nûçeyan
Xelkê Efrînê bervên xwe dan gundê Sorkê û sînorê di navbera Efrîn û Bakurê Kurdistanê, ji bo şermezarkirina êrîşên artêşa Tirkiyê ên li ser Efrînê.
Şeva borî, artêşa Tirkiyê gundê Sorka û navendên YPG û Ekrê xweparstinê yên li Efrînê bi top û çekên giran topbaran kiribû û di encamê de 6 şervanan canê xwe ji dest dan û 8 kes jî birîndar bûn.
Hat ragihandin ku, Îro jî bi hezaran xelkê Efrînê ji bo şermezarkirina êrîşên artêşa Tirkiyê li ser gundên sînorî bi taybet gundên navçeya Raco ya li nêzîkî sînorê Tirkiyê, berên xwe dan gundê Sorkê û sînor.