Sûriyê 2 firokeyên Îsraîlê xistin xwarê

Artêşa Sûriyê, 2 firokeyên Îsraîlê xiste xwarê, Wezareta Bergîriyê yê Îsraîlê jî red dike.

K24 – Navenda Nûçeyan

Artêşa Sûriyê, 2 firokeyên Îsraîlê xiste xwarê, Wezareta Bergîriyê yê Îsraîlê jî red dike.

Artêşa Sûriyê ragihand ku, wan li bajarê Quneytere ya li nêzîkî sînorê Îsraîlê, firokeyeke şer û firokeyeke bê firokvan yên Îsraîlê xistine xwarê.

Ji aliyê xwe ve, Wezareta Bergîriyê yê Îsraîlê red kir ku ti firokeyên wê ji aliyê artêşa Sûriyê ve hatibe êxistin.

Berî wê yekê Îsraîlê ragihandibû, êrîşî li nava xaka Sûriyê kirine, piştî ku topeke Hawin ji aliyê Sûriyê ve li çiyayê Colanê ketibû.

Êrîşa firokeyên Îsraîlê piştî wê yekê hat, ku ji aliyê Amerîka û Rûsyayê ve rêkeftinek derbarê agirbestê li Sûriyê hatibû ragihandin.

Piştî wê êrîşê, artêşa Sûriyê di daxuyaniyekê de ragihand ku, firokeyên Îsraîlê îro berbangê êrîşî parêzgeha Quneyterê ya nêzîlî sînor Îsraîlê kirin.

 

 

Fly Erbil Advertisment