ENKS: Ahengeke alîkariyê bo malbatên şehîdên Qamişlo
Nûnertiya ENKSê li Ewropayê û Xwecihiya bakurê Almanya, ahengekê di 16 meha Îlonê de li bajarê Hildesheimê bi rê ve dibe.

K24 – Navenda Nûçeyan
Nûnertiya ENKSê li Ewropayê û Xwecihiya bakurê Almanya, ahengekê di 16 meha Îlonê de li bajarê Hildesheimê bi rê ve dibe.
Xwecihiya bakurê Almanya li ser rûpela xwe ya tûra pêwendiyên civakî belav kir, bi armanca piştgirî û alîkariya malbatên şehîd û qurbaniyên teqîna Qamişlo ya ku di 27 Tîrmehê de rû daye, Nûnertiya ENKSê li Ewropayê û Xwecihiya bakurê Almanya ahengekê bi rê ve bibe.
Herwiha komîta amadekar dê daxwaza derbasbûna Pêşmergeyên Rojavayê Kurdistanê yên ku li Başûrê Kurdistanê têne perwerdekirin, bikin.
Di 27ê meha Tîrmehê de du teqînan bajarê Qamişlo hejand, ku di encamê de 62 kes şehîd bûn û 176 kesên din jî birîndar bûn.
Ahenga bajarê Hildizhaymê dê bi beşdariya hejmarekê ji hunermendên Rojavayê Kurditanê bi rê ve here.