Bandora ji kardûrxistina mamosteyan li ser civak û aboriyê

Li 8 bajarên Bakûrê Kurdistanê 11 Hezar û 301 mamoste ji peywirê hatin dûrxistin.

K24-Navenda Nûçeyan

Li Bakûrê Kurdistanê serdema perwerdehiya 2016 û 2017'an bi pirsgirêka tunebûna mamosteyan dest pê dike. Li 8 bajarên Bakûrê Kurdistanê 11 Hezar û 301 mamoste ji peywirê hatin dûrxistin. Li şûna wan mamosteyan jî tu mamosteyên nû nehatine tayînkirin. Nêzîkî 150 hezar xwendekar di polan de dê bê mamoste bin. Malbatên xwendekaran ji kardûrxistina mamosteyan dilgiran in, qirtasiyefiroş jî ji ber nediyariya perwerdehiyê wekî berê kar nakin.

Li Bakûrê Kurdistanê zengilên dibistanan lê didin. Lê bi hezaran mamoste dê nikaribin biçin ser karên xwe. Ev yek bandoreke neyînî li ser perwerdehiya bi hezaran xwendekar jî peyda dike. Tahsîn Kadermak bavê 6 xwendekaran e. Kadermak, dibêje ji xwe ji ber aloziyên li Bakûr derfetên kar kêm bûbûn û ew êdî nikare pêdiviyên zarokên xwe yên xwendekar bi cih bîne. Kadermak amaje dike ku digel vê rewşa wî, tunebûna mamosteyan jî wî dixe nav fikarên kûr.

Bavê xwendekarekê binavê Tahsîn Kadermak ji K24ê wiha got:"6 zarokên min hene, ez wan dişînim dibistanê lê nikarim mesrefa wan peyda bikim. Mamosteyên wan ji kar hatine dûrxistin ma em ê çawa wan rêkin dibistanê. Dê çawa çêbe?"

Şer û aloziyên li Bakûr, ji kar dûrxistina mamosteyan û rewşa xirab ya aboriyê bandora xwe ya neyînî li ser karûbarên qirtasiyefiroşan jî dike. Nurulah Altan qirtasiyefiroş e. Amûrên dikana wî, di destê wî de dimînin û ew jî nerazîbûnên xwe yên li ser aloziya perwerdehiyê tîne zimên.

"Salên berê di van deman de qelebalixeke zêde hebû. Hema bêje danûstandin diqediya. Lê karê me jî îsal bi pirsgirêk derbas dibe. Ji ber nediyariya rewşa mamosteyan bandora neyînî li me jî dibe."

Ji 11 hezar û 301 mamosteyan tenê li Dêrsîmê 417 mamoste vegeriyan ser karên xwe. Ji xeynî Dêrsîmê, li Diyarbekir, Mêrdîn, Êlih, Semsûr, Riha, Elezîz û Bedlîsê 10 Hezar û 884 mamoste ji kar hatine dûrxsitin. Rayedarên dewleta Tirkiyeyê amaje dikin ku hejmara mamosteyên ji kar werin dûrxistin dê zêdetir bibe. Perwerdekar jî hişyariyê didin û dibêjin, ji kar dûrxistina mamosteyan bandoreke neyînî li ser perwerdehî, aborî û derûniya civakê dike.

Fly Erbil Advertisment