Hesrokên şaredariya Hezexê ji kar hatin dûrxistin
Bi hiceta makîneyên şaredariyê ji bo çalakiyên terorê hatine bikaranîn.

K24-Navenda Nûçeyan
Hevserokên Şaredariya Hezexê Mehmet Muhdî Aslan û Nevîn Oyman Girasûn ji kar hatin dûrxistin.
Daxwaznameya ko ji aliyê Rêveberiya Giştî ya Şaredariyan ve bi armanca ji kar dûrxistina Hevşaredarên Hezexê hatibû amade kirin Wezîrê Naxwe yê Tirkiyê Sûleyman Soylû pesend kir.
Di daxwaznemeyê tê gotin ku, derbarê hevşaredarên Hezexê de bi hinceta makîneyên şaredariyê ji bo çalakiyên terorê hatine bikaranîn.
Di daxuyaniyê de dozgerî dibeje ku, lêpirsîn hatiye vekirin û ji bo ewlehiya lêpirsînê pêşniyar ji Wezreta Navxwe tê kirin ku, Hevşaredar Mehmet Muhdî Aslan û Nevîn Oyman ji kar werin dûrxistin.