Şermezarkirina îşkenceya li ser gerîlaya jin
Di şer û pevçûnên lî Bakurê Kurdistanê de sûcên deryasayî pêk tên. Du roj berê li Colemêrgê gerîlaya PKKyî ya jin ku ji aliyê leşkerên Tirk û cerdewanan ve hatibû girtin, li beramberî îşkenceyeke xedar mabû. Dayikên Aştiyê li hemberî vê yekê reaksiyoneke tund nîşandan.

K24 – Enqere
Di şer û pevçûnên lî Bakurê Kurdistanê de sûcên deryasayî pêk tên. Du roj berê li Colemêrgê gerîlaya PKKyî ya jin ku ji aliyê leşkerên Tirk û cerdewanan ve hatibû girtin, li beramberî îşkenceyeke xedar mabû. Dayikên Aştiyê li hemberî vê yekê reaksiyoneke tund nîşandan.
Li Enqera paytexta Tirkiyê li Navenda Giştî ya HDPê de ji bo şermezarkirina îşkenceya li gerîlaya jin ya PKKê hatibû kirin, daxuyaniya çapemeniyê hate dayîn. Daxuyanî ji aliyê parlementera HDPê ya Colemêrgê Selma Irmak ve hate xwendin.
Selma Irmak got, li Bakurê Kurdistanê ev salek e şerekî dijwar tê meşandin û bi destê AKPê li ser gerîlayên jin îşkence tê kirin. Irmak di daxuyaniya xwe de rave kir ku AKP di warê dijminahî û qetilkirina jinan de ji DAÎŞê bihûriye. Herwiha Dayîkên Aştiyê yên ku başdarî daxuyaniyê bûn jî amaje pê kirin ku bi îşkence û qirkirinê ew tune nabin û heya aştiyeke mayinde pêk were ew dê li Tirkiyê û Kurdistanê her li kolanan bin. Dayikên aştiyê bîr û boçûnên xwe ji Kurdistan 24ê re rave kirin.
Dayîka Aştiyê Nazli Konak got: “Mezinên PKKê û yên Dewletê kî dibe bila bibe, bila vî şerî bisekinînin. Ev insana guneh in. Ciwanên me guneh in, qîzên me guneh in, xwendakarên me guneh in. Giş di zindanan de di bin îşkenceyan de ne, giş di bin zor û zilmê de ne. Yanî em şer naxwazin em aştiyê dixwazin.”
Di daxuyaniyê de helwesta AKPê ya li hemberî siyasetmedarên jin ên Kurd hate rexnekirin û politikayên AKPê yên bi pergal wek kiryarên derveyî rêgezên Danezana Gerdûnî ya Mafê Mirovan nirxandin.
Dayîka Aştiyê Medîne Kaymaz jî got: “Welat ji me re nehiştin e. Zarokên me hema yekî bêje ez Kurdim di zindanê de ye. Bê suc, bê sebeb hemû di zindanan de ne. Lawikê min ji 18 saliya xwe heya niha di girtîgehê de ye, ev bû 22 sal.”
Di daxuyaniya jinên HDPyî de helwesta Tirkiyê ya li hemberî peymanên navneteweyî ku her binpê dike hate rexnekirin û hate gotin ew îşkenceya li gerîlayan û tecrîta ku li hemberî Abdullah Ocalan tê meşandin şerê li bakûrê Kurdistanê hê kurtir dike.