Serjimêrî li navçeyên Rojava berdewam e
3ê hezar û 830 mamoste û endamên komînan beşdarî di projeya serjimêriyê kirine
K24-Qamişlo
Projeya serjimêriyê ya ku, ji aliyê Rêvebariya Xweser ji 19ê vê mehê de li bajarên Cizîrê dest pê kirî berdewam e.
Rêveberiya Xweser piştî li heft bajar û bajarokên Rojava weke Dêrik, Tirbespî, Girkê Legê, Tilhemîs Rimêlan û hin navçeyên din dest pê kirî îro, li bajarên Amûdê, Dirbêsiyê û Serê Kaniyê jî proje berdewam kir.
Li gor Rêveberiya Xweser 3ê hezar û 830 mamoste û endamên komînan beşdarî di projeya serjimêriyê kirine û bi rêve dibe, ji aliyê xwe ve jî gelek malbat û aliyên siyasî ew proje paykot û şermezar kirine.