Navenda British Council alîkariya xewndekarên Rojava dike

Navenda British Council îsal alîkariya madî pêşkêşî 150 xwendekarên zanîngehê yên Rojavayê Kurdistanê yên li Başûrê Kurdistanê dimînin dike.

K24 – Hewlêr  

Navenda British Council îsal alîkariya madî pêşkêşî 150 xwendekarên zanîngehê yên Rojavayê Kurdistanê yên li Başûrê Kurdistanê dimînin dike.

Rêveberê Navenda British Council yê beşê Hewlêrê Ehmed Turkî di vê derbarê de ji K24ê re axivî û got: “Pirojeya me li çend welatên dîtir jî heye û tê de  li Urdin, Misr, Libanan û Tirkiyê bi rê ve diçe, li Başûrê Kurdistanê jî ji bo alîkariya  xwendekarên Rojavayê Kurdistanê, bi taybetî peymangeha me ya British Council dest pê kir. Yekîtiya Ewropayê jî di derbarê madî de piştevaniya vê pirojeyê dike.”

Turkî got: “Em ê îsal nêzî 150 xwendekarî werbigirin û alîkariyên madî û xerciyên çûnûhatinê û herwiha kiriya neşteciyê ji wan re pêşkêş bikin, ev yek ji bilî pereyên mehane, ku dê ji wan re bên terxankirin.”

Turkî got: “Projeya me ne tenê li Hewlêrê ye, bêgûman li Duhok û Silêmaniyê jî heye. 18 vê mehê me dest bi wergirtina xwendekaran kir û dê heya 15 meha be jî wergirtina xwendekaran berdewam be.”