Racî Bîlîcî: Me bi sedan gorên bi komî dîtine
Li Diyarbekirê çalakiya rûniştinê ya Dayîkên Şemiyê, vê hefteyê gihîşt hefteya 398'an. Serokê Giştî yê Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) û Parlementerê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP)'ê yê Diyarbekirê, Ziya Pîr jî balê kişand ser bêhiqûqiya Tirkiyê û nêzîkahiyên li hember welatiyên wendabûyî.

K24 – Diyarbekir

Di çalakiya rûniştina Dayîkên Şemiyê de hefteya 398'an, serpêhatiya malbateke wendahî hat vegotin. Hat amajekirin ku di 24 'ê Cotmeha 1994'an de serdegirtina gundê Gokçekê yê Dêrsimê çê bûye û di wê serdegirtin û lêgerîna malan de malbateke ji 8 kesan pêk dihat, hatine girtin û ji wê rojê bi şûn ve tu agahiyek ji wan nayê girtin.
Serokê Giştî yê ÎHD'ê Racî Bîlîcî amaje dike ku, ji roja wan dest bi xebata welatiyên wendabûyî kiriye, wan bi sedan gorên komî dîtine û bi hezaran wendahiyên bi deste Dewleta Tirkiyê diyar kirine.
Parlementerê HDP'ê Ziya Pîr jî got, ji ber ku li Tirkiyê wendakirina mirovan nakeve çarçoveya sûcên mirovahiyê, loma bi hezaran wendahî çêbûne.
Ziya Pîr amaje kir ku, di peymanên navneteweyî de peymana parastinê ya li hember wendabûna mirovan heye û Tirkiyê destnîşana xwe li bin vê peymanê nexistiye.