Li Minbicê dibistan tên vekirin

Komîteya perwerdehiyê 6 dibistan amadekirine.

K23-Navenda Nûçeyan

Li bajarê piştî sê salan di bin desthilatdariya DAIŞê careke din de, komîteya perwerdehiyê ya Encûmana Sivîl minbicê dibistanan ji nû ve vekiri.

Peyamnêrê K24ê li bajarê Mibicê ragehand ku, tevî astengiyan û rewşa aborî ya xirab careke din dibistan bo destpêkirina werza xwendinê hatin vekirin.

Ji aliyê xwe ve komîteya Perwerdehiyê ya Encûmena Sivîlan ragehand ku, rêbazên dibistanan dê yên Wezareta perwerdehiyê ya rejîma sûriyê bin.

Komîtê da zanîn ku, wan 6 dibistan amade kirine û 900 memoste tomarkirine, herwiha aşkere kir rêbazên hikûmetê ti guhertinên ku, di bajarê Koanê û Rojava de hatîn kirin amje pê nekirine, ew yeke jî cihê nerazîbûnê ye.