Qamişlo: Girtina nivîsgehên partiyên siyasî
Di çarçoveya girtina nivîsgehên Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) û hin partiyên wê de ji aliyê hêza Asayişa Rojava ve, nivîsgeha xwecihiya ENKSê li bajarokê Tiltemirê bi behaneya wernegirtina muhletê hate girtin.
K24 – Qamişlo
Di çarçoveya girtina nivîsgehên Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) û hin partiyên wê de ji aliyê hêza Asayişa Rojava ve, nivîsgeha xwecihiya ENKSê li bajarokê Tiltemirê bi behaneya wernegirtina muhletê hate girtin.
Serkirdeyên ENKSê dibêjin ku, ev kiryarên weha dijî berjewendiyên Kurdan e û tenê partiya PYDê û alîgirên wê dixwazin projeyên xwe bi darê zorê li ser Rojava bisepînin û destladariya yekalî bikar bînin.
Cîgira serokê ENKSê Fesla Yûsif ji K24ê re axivî û got: “Em bi zelalî dibêjin ku em vê rêveberiyê rewa nabînin. Em ti carî muhletan ji wan wernagirin. Emê karên xwe yên aştiyane berdewam bikin. Ew bi van kiryaran dixwazin îradeya gelê Kurd, ENKS û tevgera Kurdî bişkînin, lê tevî van kiryaran em xurtir dibin. Li Kurdistana Sûriyê mirov dikare her tiştî bike, lê tenê karê Kurdeyatiyê qedexe ye. ”
Ji aliyê xwe ve, berpirsên Rêveberiya Xweser tekez dikin ku, girtina nivîsgehên partiyên siyasî û saziyên civaka sivîl tenê di warê yasayî de ne û divê her kesek ji desteyên têkildar li gorî zagonên Rêveberiya Xweser muhletan werbigrin.
Li gorî hin xalên Hevpeymaniya Civakî, ji mafê Asyişa Rojava ye rola xwe bistîne di girtina çi sazî û dezgeh, yan jî nivîsgehên partiyên siyasî ku muhletên vekirinê wernegirtibin.
Serkirde di TEV-DEMê de Telal Mihemed jî dibêje: “Ti sedemên siyasî tene ne ku ev nivîsgeh hatine girtin, ev yek bi zagonan ve girêdayî ye, ku li gor zagonên Rêveberiya Xweser heger muhletan wernegirin, ji mafê Asyişa Rojava ye rola xwe bistîne û nivîsgehan bigirin.”
Tê zanîn ku ji heyama du salan ve kampîna girtina nivîsgeh û endamên hin partiyên siyasî li Rojava pêk tê û hîn jî berdewam e.
Di meha avdara bûrî de nivîsgeha Partiya Yekîtiya Kurd li gundê Xizna û nivîsgeha Xwecihiya ENKSê li gundê Sîha hatin girtin. Herweha di 23 meha Nîsana borî de jî nivîsîngehên sê partiyan li bajarokê Tiltemirê hatin girtin.
Asayişa Rojava tekez dike ku, girtina nivîsgehan girêdayî ye bi rewşa ewlehî ve û behaneya wan jî ew e ku, saziyên muhlet girtî ji aliyê wan ve têne parastin.