HPG: Li Sêrtê 26 leşkerên Tirk hatin kuştin
Hêzên Parastina gel (HPG) ragihand, di encama şer û pevçûnên çend rojên borî de, li Sêrtê 26 leşkerên tirkiyê hatin kuştin.

K24 – Navenda Nûçeyan
Hêzên Parastina gel (HPG) ragihand, di encama şer û pevçûnên çend rojên borî de, li Sêrtê 26 leşkerên tirkiyê hatin kuştin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPGê di daxuyaniyekê de ragihand, ji 20 vê mehê ve bi operesyoneke şoreşgerî bersiva operesyonên artêşa Tirkiyê li herêma Sêrtê da.
HPGê diyar kir jî, di wê operesyonê de 26 leşkerên Tirkiyê hatin kuştin û 8 leşkerên din jî birîndar bûn.
Li gor daxuyaniya HPGê, ku di wê demê de helîkopterên Tirkiyê 8 caran HPGê bombebaran kiriye, ji ber wê yekê jî agir bi daristanan ketibû.
HPGê aşkere kir jî, ku di operesyona wan de pêwendî bi 2 gerîlayan re hatiye birîn.