Rengên Tirkiyê li Stenbolê hatin cem hev
Pêşbirk bi drûşma " Dansên Gelerî Havênê Hezkirin û Aştiyê ye" hate lidarxistin û di pêşbirkê de di gel komên Amed û Wanê ji 11 herêmên cûda komên dansan beşdarî vê pêşbirkê bun.
K24-Stenbol
Li Tirkiyê li bajarê Stenbolê komên dansên gelerî yên ji herêmên cûda, bi drûşma aştî û hezkirinê derketin ser dikê û nûmayîşek pêkanîn. Komên dansên gelerî yên Kurd, Tirk, Laz û Çerkez bi hevre di vê nûmayîşê de cî girtin û di nûmayîşê de li gel performansên koman dîmenên rengîn derketin holê.
Li Tirkiyê piştî derbeya 15 Tîrmehê ji bo bi hêz kirina biratiya gelan û xurt kirina pêwendiyên di nav civatê de, li Senbolê pêşbirkeke dansên gelerî hat lidarxistin.
Pêşbirk bi drûşma " Dansên Gelerî Havênê Hezkirin û Aştiyê ye" hate lidarxistin û di pêşbirkê de di gel komên Amed û Wanê ji 11 herêmên cûda komên dansan beşdarî vê pêşbirkê bun.
Derbarê çalakiyê Serokê Federasyona Dansên Gelerî ya Tirkiyê Hayrî Gûrhan Ozanoglu got:
"Bi ya min îşev, şeveke pir taybet e. Ji ber ku îşev ji bo xurt kirina biratiya gelan komên di sala 2016an de bi serketîn yên ji biçûk, stêrk û gêncan pêk tên li vir di gel rengên Tirkiyê hatin ba hev. Em bi vê yekê pir kêf xweşin.
Nûmayîşa ku ji aliyê komên dansên ji hev balkêştir û xweşiktir ve hatî nîşandan dilê temaşevanan geş kir."
"Yusufcan Ozpolat, Lîstikvanê Herêma Erzîromê:
Nûmayîşa me nûmayîşa hêrêma Erzîromê ye û em di vê nûmayîşê de 2 lîstikên hatîn dirûst kirin di lîzin."
Ji aliyê xwe ve lîstikvanê Herêma Egeyê Omer Faruk Akyol wiha axifî :
" Ev demek dirêje em di lîzin, demek dirêje ku em xwe bo pêşbirkê amade dikin. Em hem beşdarî pêşbirkên li Tirkiyê hem jî beşdarî yên navnetewî dibin. Îşev em vexwendin vê derê. Em ji bo herêma xwe temsîl bikin hatin vê derê."
Herwih Lîstikvana herêma Ege Verda Manav wiha got:
"Ez gelekî bi kelecanim ku em li vir in ji ber ku ev salon gelekî mezine… Ev nêzî 7 sale ez bi dansên gelerî mijûlim.
Ev pêşbirka rengîn heta derengiya şevê berdewam kir."