Qasim Şeşo: Em nahêlin Şingal bibe Qendîla duyem
Fermandarê Pêşmergeyên Kurdên Êzidî Qasim Şeşo li Çiyayê Şingalê ji K24ê re ragihand û got: “Baba Şêx û Meclîsa Rûhanî û hemû axa û xwedî xîretên Êzidiyan li vir kom bûne, biryar ew e ku em ji xelkê ji derveyî sînorê me hatine, gotin em ji bo parastina we hatine, em jî spasiya wan dikin, mala wan ava, lê ji niha û pê ve û piştî 74 fermanên ku Êzidiyan dîtinê, dîsa me dest ji çiyayên xwe bernedane.”
K24 – Şingal

Şeşo berdewam kir û got: “Lê heger îro binkeyên leşkerî li vî Çiyayî çêkin û Şingalê bikin Qendîla duyem, Êzidî vê yekê Qebûl nakin. Em ji kesekî re nahêlin Çiyayê Şingalê dagîr bike, me ji DAIŞê re berdena, me ji 74 fermanan re berneda. Lê em dibêjin bi hêvî û biratî ji çiyayên me derbikevin. Bila em tiliyên xwe nexin çavên hev.”
Îro li Mezargeha Şerefdîn li Çiyayê Şingalê, ji bo gotûbêjkirina rewşa Kurdên Êzidî, parastina jiyan û çanda Êzidiyan û parastina Çiyayê Şingalê, Baba Şêx û Meclîsa Rûhanî û hejmarek ji rispyên Êzidiyan li kom bûn.