KESK: Em ê meşeke mezin li dar bixin

Konfederasyon a Sendîkeyên Kedkar ên Gelemperiyê (KESK) û Sendîqe ya Perwerdê (EgîtîmSen) di derbarê ji kar dûrxistin a mamosteyan de daxuyaniyeke hevpar dan çapemeniyê. Di daxuyaniyê de hate amaje kirin ku, dê ji bo şermezarkirina ji kar durxistina mamosteyan rêzeçalekî werin lidarxistin.

K24 – Diyarbekir

Konfederasyon a Sendîkeyên Kedkar ên Gelemperiyê (KESK) û Sendîqe ya Perwerdê (Egîtîm-Sen) di derbarê ji kar dûrxistin a mamosteyan de daxuyaniyeke hevpar dan çapemeniyê. Di daxuyaniyê de hate amaje kirin ku, dê ji bo şermezarkirina ji kar durxistina mamosteyan rêzeçalekî werin lidarxistin.

Hevserokê Konfederasyon a Sendîkeyên Kedkar ên Gelemperiyê Lamî Ozgen û Hevserokê Sendîke ya Perwerdê Kamuran Karaca ji bo piştgirî ya xwe nîşanî mamosteyên ji kar hatine durxistin bidin hatin Diyarbekirê û di Navend a Çand û Huner a Cigerxwîn de daxuyaniyeke çapemeniyê li dar xistin.

 Hevserokan amaje kir ku ew ê di rojên pêşiya me de meşeke mezin ber bi Enqerê ve li dar bixin û her wiha li hemû şaxên xwe çalekiyên şermezarkirinê bidin encamdan.

 Hevserokan dan zanîn ku ji bo kesên bûne mexdûrên ji kar durxistinê ew amade ne hemû alîkariyên maddî û hiquqî pêşkêş bikin.

Hevserokê Egîtîm Sen’ê Kamûran Karaca bang kir ku kesên ku ne endamê sendîqe ya wan bin jî dikarin daxwaza alîkariyê ji wan bikin.

 

 

Fly Erbil Advertisment