Li Orduyê 6 gerîlayan canê xwe jidest dan

Li Tirkiyê bajarê Orduyê 6 gerilayên Tevgera Şoreşa Yekgirtû a Gelan canê xwe jidest dan.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li Tirkiyê bajarê Orduyê 6 gerilayên Tevgera Şoreşa Yekgirtû a Gelan canê xwe jidest dan.

Li bajarê Orduyê li gundewarên navçeya Mesûdiyeyê navbera hêzên leşkerî yên Tirkiyê û gerîlayên Tevgera Şoreşa Yekgirtû a Gelan de şerek dijwar derket. Di encamê de 6 gerîlla canê xwe jidest dan.

Hat zanîn Koma gerîlayan ji 8 kesan pêk dihatin û 2 gerîlla karîne xwe xilas bikin.

Tevgera Şoreşa Yekgirtû a Gelan, PKK jî nav de ji 10 rêxistinan pêk tê û bi taybetî jî li herêma Dêrsim û deryaya reş şerî dike. Di 31ê Tirmehê de jî dîsa li bajarê Orduyê şer derketibû 3 leşkerên Tirk hatibûn kuştin.

Li ser vê bûyerê heta niha ji aliyê PKKyê ve ti daxuyanî nehatine belav kirin.

 

 

Fly Erbil Advertisment