Qamişlo.. Xiristiyanî bûne 2 beş

Li Cizîra Rojavayê Kurdistanê, pêkhatên Xiristiyanî bûne du beş. Beşek di nava Rêveberiya Xweser de kar dikin, yasa û zagonên wê ser xwe qebûl dikin. Beşeke din jî li derveyî rêveberiyê ne û nerazîbûna xwe ji hin zagonên rêveberiyê diyar dikin. Ji bo vê yekê jî desteyeke Xiristiyanan damezrandin, bi armanca berevaniya mafên pêkhata Xiristiyanan li deverê bikin.

K24 – Qamişlo

Li Cizîra Rojavayê Kurdistanê, pêkhatên Xiristiyanî bûne du beş.

Beşek di nava Rêveberiya Xweser de kar dikin, yasa û zagonên wê ser xwe qebûl dikin. Beşeke din jî li derveyî rêveberiyê ne û nerazîbûna xwe ji hin zagonên rêveberiyê diyar dikin. Ji bo vê yekê jî desteyeke Xiristiyanan damezrandin, bi armanca berevaniya mafên pêkhata Xiristiyanan li deverê bikin.

Ji aliyê xwe ve, hin partî û saziyên sivîl yên girêdayî pêkhateya Xiristyanan, ku di nava Rêveberiya Xweser de kar dikin, dibînin ku zagon û yasayên rêveberiyê divê li ser hemû pêkhateyan werin meşandin û bi taybetî hin zagonên bingihîn, wek erkê xweparastinê ku nabe ti kes were efû kirin.

Di heman demê de partiyên di nava rêveberiyê de jî ,daxwaza bi destxistina hin mafên taybet dikin, wek xwendina rêbaza berê li dibistanên girêdayî bi Kenîseyan ve.

Desteya navborî ku di 4 meha Cotmeha 2015an de ji hemû kenîse, partiyên siyasî, sazî û dezgehên sivîl yên girêdayî pêkhata Xiristiyanî li parêzgeha Hesekê hatiye damezrandin.

Li gorî berpirsên desteyê, hindek biryar û zagonên Rêveberiya Xweser dibin sedema valabûna deverê ji Xiristiyanan û di encamê de dîmografiya deverê tê guhertin, ji ber van sedeman damezrandina vê desteyê pêwîst bû, ku yek ji armancên wê, rawestandina van biryarên awarte û dabînkirina maf û daxwazên pêkhateyên Xiristyanan li deverê.

 

Fly Erbil Advertisment