Qamişlo.. desmsala Payîzê û çêkirina danûkê

Ji bo amadekariyên demsala zivistanê, xelkên Rojavayê Kurdistanê di demsala payîzî de, danûkan dikelînin. Taybetmendiya kelandina danûkê, kombûna zarokan li derdora agir û çavdêriya wan ji çêbûna danûkê re ye.

K24 – Qamişlo

Çêkirina danûkê dibe mîna mihrîcaneke zarokan û carcaran dîlan û stranan dibêjin,û dema kelandina danûkê nêzîk dibe, zarok sênîkên xwe dirêj dikin, da ku her zarokek para xwe ji danûkê werbigire.