Iraq daxwaza civîneke bilez ji Encûmena Asayişê dike

Wezareta Derve ya Iraqê, hebûna hêza Tirkiyê li Iraqê bi destdirêjiya li ser xaka Iraq binav dike û daxwaza civînekê ji Encûmena Asayişa Navdewletî dike.

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezareta Derve ya Iraqê, hebûna hêza Tirkiyê li Iraqê bi destdirêjiya li ser xaka Iraq binav dike û daxwaza civînekê ji Encûmena Asayişa Navdewletî dike.

Berdevkê Wezareta Derve ya Iraqê Ehmed Cemal di daxuyaniyekê de ragihand, derbarê destdirêjiya Tirkiyê li ser xaka Iraqê de, û destêwerdana di karûbarê Navxwe, bi fermî daxwaza civîneke bilez ji Encûmena Asayişa Navdewletî kir.

Cemal got jî, ku daxwaznameya Wezareta Derve ya Iraqê radestî Serokê vê xulê yê Encûmena Asayişa Navdewletî Vîtalî Çorkîn (Nûnerê Rûsya) bûye, bo gotûbêjkirina destêwerdan û destdirêjiya ji aliyê Tirkiyê ve û biryara parlementoya wî welatî bo mana hêzên Tirkiyê li Iraqê de.

Wezareta Derve ya Iraqê daxwaz ji Encûmena Asayişê kiriye ku, berpirseyatiya xwe li hember Iraqê cibicî bike û biryara xwe di vê derbarê de bide. Herwiha sînorekê ji binpêkirina hêzên Tirkiyê li hember serweriya Iraqê dane.

 

 

Fly Erbil Advertisment