Hikûmeta Herêmê behsa hebûna hêzên Tirk li Başîk dike
Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand, hebûna hêzên Tirkiyê li devera Başîk , Bi haydarî û razîbûna Wezîrê Berevanî û Hikûmeta Îraqa Federal bûye û perwedeya leşkerî bo polîs û hêzên xwebexş ên Parêzgeha Neynewa dikin. Serokatiya Herêmê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê haydarê çi programeka din nînin.
K24 – Navenda Nûçeyan

Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî derbarê hebûna hêzên Tirkiyê li ser xaka Iraqê de ji malpera (KRG) re ragihand, piştî êrişa DAIŞê bo ser Herêma Kurdistanê û Îraqê, welatên hevpeyman û gelek welatên din alîkariyên leşkerî û perwerdeya leşkerî pêşkêşê Herêma Kurdistanê û Îraqê kirin.
Di daxuyaniyê de hat, “Her di vê çarçovê de, Bi haydarî û razîbûna Wezîrê Berevanî û Hikûmeta Îraqa Federal, du binkeyên perwedeya leşkerî li Duberdan û Başîk li nizîk Mûsilê hatine vekirin û amanca wan jî perwedeya leşkerî bo polîs û hêzên xwebexş ên Parêzgeha Neynewa ye.”
Di beşeke din ya daxuyaniyê de hat jî, “Hikûmeta Herêma Kurdistanê hêsankarî ji bo vê prosêsê kiriye. Pisporên leşkerî yên Tirk li du cihan perwerdeya leşkerî bi polîs û hêzên xwebexş ên Parêzgeha Neynewa kirine û Wezîrê Berevaniya Îraqê serdana binkeyên perwedeya leşkerî yên Tirk kiriye.”
Herwiha Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî amaje kir ku, li dervey vî yekê, Serokatiya Herêmê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê haydarê çi programeka din nînin.