Partiyên bakur teqîna Hesekê şermezar kirin
Tê de 45 kes şehîdbûn û 93 birîndar jî hebûn.
K24-Navenda Nûçeyan
Partiyên bakurê Kurdistanê yên wekî Partiya Azadiya Kurdistanê PAK, Tevgera Azadî, PAKURD, PSK û PDK-Bakur derbarê rojeva dawî de daxûyaniyek belav kir.
Di daxûyaniyê de êrîşa bombeyî ya li Hesekê hatî encamdan şermezar kirin. Derbarê jikardûrxistina mamosteyan, binçavkirina nivîskar û rojnamevanan, bicihkirina qeyyûman, girtina televîzyonên kurdî de nerazbûnek tûnd hate nîşan dan.
Partiyên Kurdistanî ji bo çareserkirina pirsa kurdî banga destpêkirina reforman û avêtina gavan li hikûmetê kirin.