Zanîngeha Rojava li ser amadekariyên sala nû berdewam e
zanîngeh ji 12e kolîceyan pêktê.
K24-Qamişlo
Di çarçoveya amadekariyên zanîngeha Rojava li bajarê qamişlo, ji bo sala xwendinê (2016-2017)
encamên bijartin û xwestekên xwendekaran ango mufadele hate ragihandin.
Çi kesekê ku, bawernameya bekeloriya bi destxistibe bi cûreyên,zanistî,wêjeyî û çandinî bêyî sala derçûnê dikare navê xwe tomar bike di yek ji kolîceyên zanîngehê de.Herweha daku derfeta xwendinê li zanîngehê were dayîn,mercê temenê şagirtan hate rakirin.
12e kolîj di zanîngehê de hene,Asta herî kêm ji pileyan di 3 kolîceyên endezyariya petrolê,pitrokîmiya û çandiniyê 150 pileye û li 8 kolîceyên perwerdehiyê û zanistan beşê mamostetiyê hemû cûreyên şehadeya amadeyî tê qebûl kirin,herweha kolîça ziman û wêjeya kurdî hemû xwendekarên pêşkêşkirî qebûl dike bi mercê ku, hevdîtinekê bo naskirina asta zanebûna xwendin û nivîsandina kurdî.
Li gorî komîteya tomarkirinê,nêzî 100 şagirtî heta niha hatine tomarkirin.Şaxê zanîngehê li Qamişlo û bajarokê Rimêlanê ne û Salên xwendinê di beşê endezyariyê de 4 salin û li kolîceyên dindin 2 salin,herweha zimanê xwendinê jî wê zimanê erebî be,û ji alî erkê xweparastinê ve,belgeya paşxistinê di heyama salên xwendinê de tê dayîn.
Li gorî hin çavdêran piştî şagirtên vê zanîngehê bawernameyên xwe werbigrin,gelo çarenivîsa wan wê çibe û dê karibin bi van bawernameyan kar bikin nemaze ku ta niha danpêdanek bi zanîngehê ne hatiye kirin ji ti welatên cîhanê ve.