Xisro Goran: PDKê ti kes li Sûna Zêbarî diyar nekiriye
Serokê Fraksyona Partiya Demikrata Kurdistanê (PDK) di Parlementoya Iraqê de nûçeya diyarkirina berbijêrekî bo postê Wezîrê Darayî ji aliyê wê partiyê ve, red kir û ragihand, PDK çaverêya biryara dadgehê de dike.

K24 – Navenda Nûçeyan
Serokê Fraksiyona Partiya Demikrata Kurdistanê (PDK) di Parlementoya Iraqê de nûçeya diyarkirina berbijêrekî bo postê Wezîrê Darayî ji aliyê wê partiyê ve, red kir û ragihand, PDK çaverêya biryara dadgehê de dike.
Serokê Fraksiyona PDKê Xisro Goran ji K24ê re ragihand, heta niha PDKê ti kesek wek berbijêr ji posta Wezîrê Darayî re diyar nekiriye, PDK çaverêyî biryara Dadgeha Bilind ya Ferderalî ye.
Hişyar Zêbarî ku di postê Wezîrê Darayî yê Iraqê de bû, roja 21 Îlona borî bi awayekî dengdana neyînî û bi piraniya dengên Parlementoya Iraqê, bawerî jê hate kişandin.
Berî wergirtina baweriyê ji Zêbarî, bi îmzeya 102 perlementeran daxwaznameyek arasteyî Serokê Perlementoya Iraqê bû, ku çareke din dengdan li ser bersivên Zêbarî were kirin, lê Serokê Parlementoyê ew daxwazname red kir.
Proseya dengdanê ya wergirtina baweriyê ji Wezîrê Darayî bi awayekî veşartî bi rê ve çû. Hişyar Zêbarî jî ew biryara Parlementoyê tane kir, li gor Serokê Fraksiyona PDKê jî, ew çaverêyî biryara dadgehê dikin.