Wikileaks: Erdogan rê li ber avabûna dewleteke Kurdî digire

Li gor belgeyên Wikileaksê, Serokomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan li ser egera avabûna dewleteka Kurdî hewla rêgiriyê dide.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li gor belgeyên Wikileaksê, Serokomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan li ser egera avabûna dewleteka Kurdî hewla rêgiriyê dide.

Wikilekas 2 hezar belgeyên derbarê Rêveberê Kampanyaya Hilbijartinê ya Hillary Clînton, John Podesta de eşkere kir. Di wan belgeyan de navê Serokomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan jî derbas dibe. 

Li gor belgeyên belav bûne, di navbera Erdogan û Amerîkayê de nakokiyên kûr hene. Armanca Waşîngtonê şerê DAÎŞê ye. Lêbelê armanca Erdogan hewla şerê PKKê ye û dixwaze rê li ber avabûna dewleteke Kurdî bigre.

Wikilieks di 19ê Tirmeha borî jî nêzikê 300 hezar emailên navxweyî yên AK-Partiyê belav kiribû.

 

 

Fly Erbil Advertisment