Xalid Elî: Dadgehên Eniya El-Nusra û PYDê wek hev in
Hat ragihandin ku, di rojên nêzîk de 19 serkirde û endamên Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) dê ji aliyê Dadgeha Gel ve li Qamişlo dê bêne dadgehkirin. Serokê Nûneratiya ENKSê li Herêma Kurdistanê jî dibêje: “ti cudahî di navbera Dadgeha Şerî ya Eniya El-Nusra û dadgehên PYDê de tune ne.”
K24 – Navenda Nûçeyan
Hat ragihandin ku, di rojên nêzîk de 19 serkirde û endamên Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) dê ji aliyê Dadgeha Gel ve li Qamişlo dê bêne dadgehkirin. Serokê Nûneratiya ENKSê li Herêma Kurdistanê jî dibêje: “ti cudahî di navbera Dadgeha Şerî ya Eniya El-Nusra û dadgehên PYDê de tune ne.”
Serokê Nûneratiya ENKSê li Herêma Kurdistanê Xalid Elî ji K24ê re ragihand û got: “Ti rewatiya dadgehan tune ne. Li cem ti cudahî di navbera Dadgeha Şerî ya Eniya El-Nusra û dadgehên PYDê de tune ne. Desthilata PYDê bi wekalet ji rêjîma Partiya Beis wergirtiye.”
Elî li ser girtiyên siyasî yên ENKSê de got: “Ev kes ne zîndanî. Ev kes ji aliyê grûpeke çekdar bi ser PYDê ve hatine revandin.”
Elî got jî: “Heger îro çend parêzer xwe rêxistinek bi ser PYDê ve, anku ji aliyekî de me birevînin, ji aliyekî ve me bidin dadgehkirin û ji aliyekî din ve berevaniya me bikin, ev pêkenokek e û bi xwe dikenin, ji ber ku gelê me çavên wan vekiriye û kesê xwe nas dike.”
Elî anî ziman ku, Partiya Beis desthilatek bi wekalet li Kurdistana Sûriyê danî, bo kolana Kurdî kontrol bike, lê ji ber ku hesta netewî li cem gel bilind e, şerê birakujiyê hêleke sor e. Tevgera siyasî ya Kurdî ti carî xwe nake koşeyekê ku bi neçarî şerê birakujiyê bike.
Elî amaje bi wê yekê jî kir ku, bi awayekî ne rasterast hin agahiyê ji wan re tên, ku rewşa hevalên wan yên girtî ne baş in, bi taybet jî ya Berpirsê Rêvebir yê Pîlotbîroya PDK-Sê Mihemend Îsmaîl û endamê Komîta Navendî ya PDK-Sê Ebdilkerîm Hacî ne baş in.
Li gor ENKSê, ku bidehan endam û serkirdeyên wê ji merasîma oxirkirina şehîdê Pêşmerge Hebîb Qedrî Mihmed Seîd di roja 15 Tîrmehê de girtî ne.